Berî her tiþtî silavên herî dostane û hevalbendiyê ji we hemûyan re, ey gelê min ê qedîm û pîroz. Silavên herî dostane û hevalbendiyê ji we re, hun nevîyên Kawayê Hesinkar. Silav ji we hemûyan re, hun neviyên Seyîd Riza. Silav ji we re hun neviyên Þêx Seîd. Silav ji we re, hun neviyên Qazî Mihemmed. Silav ji we re hezar û pênsed car, hun nevîyên “ROJ” ê.
Wekî hun dizanin ev erdnîgarî, ev xaka pîroz û qedîm pir êþ û elem kiþand. Pirrî caran rûbar û rûbarokên me sor herikîn. Pirrî caran laþên me, bûn bendav di van rûbar û rûbarokan de. Pirrî caran çavên me bûn sînemaya fîrmiskan. Hem bidestê dagirkeran û hem jî bidestê Ga Kûvî û Beko Ewanên me. Ne henek û qerfên me, ne hizir û hestên me, ne çêr û methiye yên me û hwd. Tucarî azad nebûn û nebûne. Ma ne Dewrêþê Kurê Evdiyê Milhê gotiye: “Dema ax, welat azad nînbe, evîn jî azad nîne”. Rast e.
Belê hevalno; ma ne wa Peymana Qesr-î Þêrîn, Peymana Sykes-Picot û Peymana Lozanê naveroka wan diyar e. Bê me çewa perçe perçe kirin bi fitne û fesadî û bi sixtekarî. Ma ne em xambûn, ma ne em kawikbûn, … Me di got qey hema ê ku silavê dide me dibe birayê me. Û em di hîmê biratiyê de nêzîkî wan dibûn. Lê me nizanibû ew fîtneyan dikin û ji parve me bi dîzî û nepenî perçe perçe dikin.
Belê ;
Me çi dît û çi nedtît birano
Êþ bû, elem bû, keder bû
Derdê dinê bû, çerxa felekê bû
Hestiyê rizandî bû, dara pel weþandî bû
Me çi dît û çi nedît birano
Dayika dilþewat, bavê stî xwar
Hêlîna bêçiwîk, çiwîka bêhêlîn
Þehîdên bêniþtiman, cangoriyê bêgoristan
Celadê mirovahîyê, kindira dardarkirinê
Me çi dît û çi nedît birano
Koxa hejmarê wê kêm
Dibistana bêmamoste, xwendevanê bêpênûs
Daristana bêdar, dara bêpel
Gelek bêziman, pezek bêþivan
Me çi dît û çi nedît birano
Axayê dijwar, xulamê stî xwar
Çavê girtî, destê girêdayî
Xatûna bedew û delal, cariya bindest û kewar
Çahla bêav, gola bi xwîn
Me çi dît û çi nedît birano
Me çi dît û çi nedît…
Ez zanim hevalno, min mijar pir tevlî hev kir. Ez tê me dexla we hun min bibexþînin û biborînin. Lewre ez pir tijî û tevlîhevim. Hema ez dixwazim her derî xera û talan bikim, dema ev sixtekarî têne bîra min. Lê ez bi gelê xwe bawerim ku êdî ji vê seatê pêv de nayên lîstikên van xwînxwaran. Bila gelê min baþ bizanibe” ez çûm dîwana îlahî min dît dinav gelê xwe de; germahî, tifaqî û ronahî”… Bila gelê min baþ bizanibe tu carî “dijminê bava nabe dostê lawa”…
23.03.2010
Rêdûr Dîjle
redurdicle@hotmail.com